Osterberg: Piştî qetilkirina Palme sûcên li ser Kurdan zêde bûn

Parlementerê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat ê hevkarê mezin ê hikumeta Swêdê Anders Osterberg got ku piştî qetilkirina Palme û şûn de sûcên li ser Kurdan zêde bûne.

Osterberg ê ku pirsên ANF’ê yên di derbarê qetilkirina Palme de bersiv bersivan, diyar kir ku êdî lêpirsîn bi dawî bûye, şefê polîsan û serdorgerê ku di civîna hevkar ya çapemeniyê lidarxistîn de diyar kirin ku êdî dawî li dozê anîne û hatiye girtin.

Osterberg anî ziman ku nirxandina têkildarî mijara kuştina Palme ya ji aliyê kê ve hatiye kirin hêz pêwîst e, diyar kir ku ev yek ne erka wî ye.

Osterberg destnîşan kir ku piştî qetilkirina Palme û şûn de sûcên li ser Kurdan li Swêd û li her aliyê cîhanê di nava dilê Kurdan de birînên gelek mezin vekirine û gelek Kurd li Swêdê rastî tundî û tacîza polîsan hatine. Her wiha Osterberg got: “Hinek ji Kurdan ev derbas kir lê birînên hinekan hîna sax nebûne. Ev birîn hîn vekirîne. Pêwîst e ew li paş nemînin û birînên wan sax bibin. Sûcên li dijî Kurdan bi bêbextane bû.”

‘JI BO PÊŞNIYAR Û NÎQAŞAN EM VEKIRÎ NE’

Osterberg ê ku daxwaz ji Swêdê kirî ku ji ber ku hewldaye cînayetê bixin stûyê Kurd û Asûrî-Sûriyaniyan lêborîn bixwaze û got: “Em ji bo pêşniyar û nîqaşan vekirî ne. Piştî lêkolînek mezin û şûn de dibe ku daxwazek wiha bi cih were. Pêwîste ew ji kûrahiyê bê lêkolînkirin û ji nû ve bê nirxandin.”

Osteberg ji nêz ve bi Kurd, Elewî û gelên din ên kêmnetew re di nava têkiliyan de ye. Gelek caran pirsgirêkên van gelan biriye rojeva parlementoyê û ji Hikûmeta Swêdê xwestiye mijara êrîş û tundiya li ser HDP, Kurd, Elewî û gelên din ên kêm netew bê rawestandin ji bo platformên navnetewî ragihînin.

PÊWÎSTÎ BI AGAHIYÊN BERFIREH HEYE

Osteberg li ser pirsa bi pêşniyazpirsekê daxwaza lêborînê ya ji Kurdan xwestinê ya bi rina rojeva parlementoyê yan na ev nirxandin kir:

“Pêwîst e li ser vê mijarê bi diasporaya Kurdan a li Swêdê re bê axaftin û nîqaş kirin. Tenê lêborîn xwestin têrê nake, pêwîste bi lêborîn xwestinê re heman demê lihevkirinê jî bi xwe re bîne. Rêya herî baş a lihevkirinan jî nîqaş e. Pêwîste Kurd bi berfirehî bûyerên wê demê bixe rojevê. Ji bo ku ez mijarê bînim rojevê pêwîstî bi agahiyên berfireh hene.

Ji berî ku Swêd lêborînê bixwaze pêwîst e em rastiyên dîrokî bigrin dest. Pêwîste di bingehê bûyerê de çi bûye û şêweyê herî baş ê şêweyê lihevkirinê kîjane baş bê lêkolînkirin. Ev mijar tenê bi dest girtina Wezîrê Karên Derve re nayê çareserkirin. Pêwîste dîroknas li ser mijarê bingehîn ve xebatan bikin û nêrînan diyar bikin.”

RAYEDARÊN HDP’Ê BI RÊYA TELEKONFERANSÊ BI PARLEMENTERÊN SWÊDÊ RE CIVIYAN

Li aliyê din rayadarên HDP’ê, li parlementoya Swêdê Komîsyona Polîtîkaya Ji Derve û hemû nûnerên partiyên siyasî yên di nava çêkera parlementoyê de, bi parlementerên endamên Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd re bi rêya telekonferansê civiyan.

Heman demê endamê Polîtîkaya Ji Derve yê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Anders Osterberg got ku di konferansa ku bi berpirsyarên peywendiyên navnetewî yên HDP’ê re civiyayîn de, pêşketinên dawî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê girtine dest û nîqaş kirine.

Osterberg diyar kir ku ji aliyê mafên mirovan û rêzdariya bi demokratan re dibînin ku li Tirkiyê bi paşketin çêdibe got: “Em hertim bi dostên xwe yên HDP’iyên li Tirkiyê re di nava peywendiyan de ne.”

Piştrast kir ku wê piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re ku di demê dawî de zext û êrîş li ser zêdetir bûyîn re xurtir bikin.