NY'yê li dijî pêşnûmeya medyaya dijîtal helwest nîşan da
NY'yê li dijî pêşnûmeya medyaya dijîtal, ku AKP-MHP'ê hazir kirî û danî ber Meclîsa Tirk helwest nîşan da û bang li deweta Tirk kir ku ji ve şaşîtiyê vegere.
NY'yê li dijî pêşnûmeya medyaya dijîtal, ku AKP-MHP'ê hazir kirî û danî ber Meclîsa Tirk helwest nîşan da û bang li deweta Tirk kir ku ji ve şaşîtiyê vegere.
Berdevka Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Lîz Threossell li Ofîsa Cinêvê ya NY'yê bi daxuyaniyekê li dijî pêşnûmeya qanûnê ya desthilata AKP-MHP'ê dayî ber Meclîsa Tirk helwest nîşan da.
Throssell got, ''Em ji tevgerên ku pêşnûmeya medyaya civakî bînin bifikar in'' û diyar kir rayedarên Tirk ji bo ku di ser medyayê re kontrola ser civakê zêdetir bike ev pêşnûme hatiye hazirkirin.
Berdevkê got heke qanûn were qebûlkirin azadiya derbirînê, xwegihandina agahiyê û tevlêbûna nav jiyana camewerî û siyasî wê qels bibe û her wiha platformên ji bo nûçegihanên serbixwe jî wê kêm bibin û diyar kir ev rewş nayê qebûlkirin.
Throssell bang li Tirkiyê kir ku astengiyê li pêş derbirîna azadiyê rake.