NPA: Em Rojava ji Erdogan biparêzin
NPA ku bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da, got: "Em nehêlin rejîma rastgir a tundraw a Erdogan, herêma xweser a Rojava bieciqîne."
NPA ku bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da, got: "Em nehêlin rejîma rastgir a tundraw a Erdogan, herêma xweser a Rojava bieciqîne."
Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Enflasyon li Tirkiyeyê ji sedî 85 e. Rêjeya betaliyê zêde ye. Pereyê Tirk sala 2021’ê yekcar bêqîmet bû. Erdogan û partiya xwe AKP û hevkarê wan MHP, meha Hezîranê ya sala 2023’yan dûrê karkirina hilbijartinan in. Ji ber ku tevî bikaranîna çekên kîmyewî bi paş de çû, lewma dest bi êrîşkirina Kurdistana Iraqê û Rojavayê kir, bi rolê xwe yê nijadperest lîst.
Hêzên hewayî yên Tirk, Kobanê ya sembola têkçûna DAÎŞ’ê û seranserê sînor dan ber bombeyan. Dibistan, nexweşxane, êrîşî embarên genim kirin û bûn sedema jidestdayîna jiyana xwe ya bi dehan sivîlan.
Rejîma Îranê jî li herêma Kurdan ku serî li ber Îranê radikin dixe, bi dehan xwepaşderan dikuje û kampên PDK-Î yên li Iraqê dide ber bombeyan.
Ji bo danbihîstina bi van peyaman dema tevgerînê ye:
Em nehêlin rejîma rastgir a tundraw a Erdogan herêma xweser a Rojava bieciqîne!
Em nehêlin rejîma meleyan serhildana gel a li Kurdistana Îranê û hemû welat têk bibe!
Êrîşên li dijî Kurdan rawestînin!“