Nobeta azadî ji Ocalan re 8 salê xwe qedand

Nobeta Azadî ji Ocalan re ya li Straboûrgê 8 salên xwe qedand. Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê pêk were, wê li ber xwe bidin.

Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin 8 salên xwe qedand. Li bajarê Strasboûrgê saziyên wekî Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Parlementoya Ewropayê hene.

Ev çalakî bênavber didome. Di hefteya 416’an de saziyên pêkhateyên KCDK-E’yê ev nobet wergirtin û mîtîngeke girseyî li dar xistin.

‘DAGIRKERÎ ZÊDE DIBE’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr diyar kir ku Ocalan 22 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û got ku “Bi komploya navneteweyî re dixwazin îradeya Kurdên azad ji holê rakin.”

Goksûngûr diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê kûr dibe û li pêş çavê dinyayê gelê Kurd tê qetilkirin. Goksûngûr bal kişand ser vî tiştî ku hêzên navneteweyî jî dibin şirîkên vî sûcî.

Çalakgera TJK-E’yê Nezahat Erguneş diyar kir ku Ocalan teorîsyenê têkoşîna jinên Kurd ên azad e û wî ji jinên kole jinên azad afirandiye.

Erguneş bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dixwaze Kobanê jî dagir bike û dewleta Tirk bi qestî li Kobanê jinan dike hedef. Erguneş got ku, “Ji ber ku Kobanê bajarê berxwedanê ye û jinan pêşengiya vê berxwedana dîrokî kirin.”

DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE

Endamê Dîwana KCDK-E’yê Demîr Çelîk jî diyar kir ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê di serî de li her dera Kurdistanê dagirkerî û qetlîam zêde kiriye û bang li sazî û partiyên Kurdan kir ku bila banga gelê Kurd a ji bo yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Mele Mihyedîn jî li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê got ku “Kesên li hemberî zilma zaliman bêdeng dimînin, şirîkên sûc in.”

Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fîkret Îgrek jî diyar kir ku DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk êrîşên li ser gelê Kurd zêde kiriye û Şengal di serî de li gelek deran li ser gelê Kurd qetlîam hatiye kirin. Îgrek got ku, “Dewleta Tirk herî dawîn Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir û piştre jî li Kobanê jî bi SÎHA’yan sê jinên Kurd qetil kir. Armanca dewleta Tirk ev e ku heyfa DAÎŞ’ê bistîne.”

Li ser navê TEV-ÇAND’ê Hozan Şemdîn jî diyar kir ku Ocalan bi îdeolojî û paradîgmaya xwe ne bi tenê rêberê gelê Kurd, rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Hozan Şemdîn got ku, “Heta ku rêbertiya me azad bibe, wê têkoşîn û çalakiya me ya nobetê bidome.”