Nobeda Berlîn: Nerazîbûn nîşanî dagirkeriya li Efrînê dan

Li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiya nobedê ya li dijî tecrîd û ji bo piştevaniya grêva birçîbûnê ya girtiyên li zindanan didome.

Çalakiya nobedê ya li Berlînê di roja 8’an de didom e. Çalakî bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û piştevaniya bi greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan, hatibû destpêkirin.

Di roja 8’an de, piştî deqeyek rêzgirtin di derbarê salvegera 3’an a dagirkirina Efrînê de belavok hatin xwendin.

Li ser navê Tevgera Jinan a Êzidî Nûrê Alkiş axivî û Avesta Xabûr Efrîn a ku li Efrînê şehîd bûbû, Arîn Mîrkan a li Kobanê û Zîlan Andok a li Dêrsimê şehîd bûbû bibîr anî.

Di axaftina li ser navê malbatên şehîdan de hate gotin: “Em hevalên ku ev 55 roje di greva birçîbûnê de, Rêber Apo û şervanên azadiyê yên Kurd ji vir bi hezar caran silav dikin. Em ê bi berxwedana xwe serbikevin.”

Li ser navê PYD’ê Rênas Efrîn axivî û got: “Bi hezaran sal li Efrînê Kurd, Ereb û Turkmenan bi hev re dijiyan. Dewleta Tirk Rojava dagir dike û hemû gelan dike dijmin hev û ji hev dur dike.”

Hevberdevkê Fed Kurdê Menderes Canberk jî wiha got: “Em ji vir bang li Yekîtiya Ewrûpa dikin, xwedî li qanûnên xwe derbikevin. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê sûctê kirin. Nebin hevkarê van sûcan.”

Parlementera berê ya HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî got: “Di roja 55’an a greva birçîbûnê de em dibînin ku dewlet bi rola sê meymûnî radibin.”

Aydogan wiha dom kir: “Ji 20’ê Çileya 2018’an heta roja me ya îro li Efrînê dagirkerî hîn kûr dibe. Efrîna ku ji sedan 95’ê wê Kurd e, tê xwestin ku ziman û çanda wê ji aliyê dagirkeran ve were gûhertin. Îro li Efrînê Tirkî didin axaftin, perwerde bi Tirkî ne û doxtûr jî Tirkin. Nasname, çand û gel dixwazin asîmle bikin.”