Nobeda Azadiyê bi koma ji Danîmarkayê dewam dike

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, di hefteya 588'an de bi komeke nû dewam dike.

Çalakiya nobedê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li bajarê Strasbourg ê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di hefteya 588'an de bi komeke nû dewam dike.

Koma ji sê kesan a beriya hefteyekê ku ji Swêdê hatibû, çalakî vê hefteyê radestî komeke ji Danîmarkayê kir. Çalakgerên vê hefteyê ji Sadik Çîftçî, Yaşar Kaya û Îsmaîl Polat pêk tên.

Berdevkê komê Sadik Çîftçî bi bîr xist ku bi salan e nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û got, "Em bi fikar in."

Çîftçî ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd banga xurtkirina têkoşînê kir. Komê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.