Newroz li Grazê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate pîrozkirin

Kurdistanî tevî dostên xwe li Haûptplaztê ya li Grazê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.
Çalaiyê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Sever li qadê axivî û bi bîr xist ku Newroz cejna serhildan û azadiyê ye.
Kurdistaniyan dirûşma "Bijî Newroz" qîriyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin.