Newroz li Berlînê bi girseyî hate pîrozkirin

Agirê destpêkê yê Newrozê yê li Ewropayê, li paytexta Elmanya Berlînê gur bû.

Çalakiya Newrozê ya îsal, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hat organîzekirin.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Dostên Kurd jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin. Li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku tevî biryara gerîla ya lidar nexistina çalakiyan jî, dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de didomîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev Newroz ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de tê payîn ku li ser navê HDP’ê Sezaî Temellî û ji Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk Îlham Ehmed û li ser navê KON-MED û Dîe Lînke jî axaftin werin kirin.

Hunermend Nevşan, Ozgur Işik, Bengî Agirî, Beser Şahîn, Hozan Aydin, Hanî û Şivan Perwer wê derkevin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat vêxistin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.