Newroz li Amsterdam û Gentê hate pîrozkirin

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Gent ê Belçîkayê Newroz hate pîrozkirin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kuridstanê li hev kom bûn û li Leîdsepleîn a li navenda bajêr Newroz pîroz kirin.

Li gel baranê jî agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin.

Di pîrozbahiyê de ku gelekî ciwan tevlî bûn, dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

GENT

Li bajarê Gentê yê Belçîkayê, Kurdan tevî dostên xwe agirê Newrozê dadan. Girseya gel saet di 19:00 de li hev kom bû û li dora agirê Newrozê govend gerand.

Bi navê PYD û NAVBEL'ê axaftin hate kirin. Her wiha enternasyonalîstên ji Koma Kongra Rojava jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hunermendê TEVÇAND'ê Xelîl Sadiqî hunera xwe pêşkêş kir.