Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk bê navber didomin
Li Ewropayê bi çalakiyên li gelek navendan hatin kirin êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.
Li Ewropayê bi çalakiyên li gelek navendan hatin kirin êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.
Kurdisanî û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadaê êrîşên dewlata Tirk protesto dikin.
MARSÎLYA
Li ser banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi çalakiya li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hate kirin, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protestokirin.
HÎLDESHEÎM
Bi çalakiya ku li Angoûlemeplatz a Hîldesheîm a Elmanyayê jî hate kirin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Mexmûrê hatin protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û dirûşma ‘Qatil Erdogan, ji Kurdistanê bicehenime’ hate qîrkirin.
FRANKFÛRT
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneaya Tirk meş û mîtîngek hate kirin. Komên Çep ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Erdogan li Kurdistanê qetlîaman dike’ hate hildan û alên YPG/YPJ’ê jî hatin bilindkirin. Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde meş ber bi HBF Frankfûrtê ve destpê kir.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldofr a Elmanyayê bi tevlîbûna endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan ên Azad û Jinên Xwendekarên Kurdisatn çalakiyek hate kirin.