Nazira Gavriye li Parlementoya Swêdê tevlî civînekê bû

Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojava Nazira Gavriye tevlî civîna parlementerên partiyên siyasî yên cihê endam bû û li ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojava Nazira Gavriye yê ji bo civînên dîplomasî li Ewropayê dest bi turan kiriye, di çarçoveya serdan xwe de serdana Parlementoya Swêdê da û li ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û dîsa bûyerên dawî yên li Bakurê Sûriyeyê rû didin agahî da parlementeran. Her wiha bersiva pirsen hatin raberkirin jî da.

Civîna ku 11 parlementerên endamên partiyên siyasî yên cihê amade bûn ewilê Parlemetera Partiya Demokrat a Xiristiyan Lars  Adaktûsson kir.

Nazîra Gavriye bal kişand ser zext û koçberkirina bi darê zorê û got: “Bi destpêkirina şer û şûn ve Asûrî-Suryan ên ji sedî 13’ê nifûsa Sûriyeyê pêk dianî, ji vê ji siyan yek ji bo xwe ji êrîşan biparêzin neçar mane ku koçber bibin.”

YA BERÎ SED SALÎ NEKARÎN, NIHA DIXWAZIN BIKIN

Gavriye anî ziman ku piştî Qirkirina Seyfo û şûnde Asûrî-Suryaniyên koç ber bûne li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Xabûr û Til Temirê bi cih bûn û ji bo xwe jiyanek nû ava kirin. Gavriye diyar kir ku dewleta Tirk li van herêman dest bi êrîşên dijwar kiriye û ev got: “Bi vekirî dixwazin demografiya herêmê biguherin. Dixwazin berî sed salan tişta bi qirkirin bi ser nexistine, niha dixwazin bi ser bixin. Li jîngehên dawî yên em lê dijîn, dixwazin paqijiya etnîkî bikin.” Gavrîye anî ziman ku yên herî zêde ji van şeran mexdûr dibin Asûrî-Suryanî ku nikarin dengê xwe biginînin.

REJÎMÊ KÊMENENET NEPARAS

Gavriye destnîşan kir ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re Asûrî-Suryanî din ava şoreşa Partiya Yekîtiya Sûriyeyê de cihê xwe girtin, daxwaza mafê xwe yê etnik, olî, çandî û civakî kirin.

Gavriye diyar kir ku rejîma Sûriyeyê anî ziman ku nikare Asûrî-Suryanî û pêkhateyên din ên etnîk yên li herêmê biparêzin û got: “Hêzên rejîmê paşve kişiyan. Komên gel ên cuda ji bo xwe ji êrîşên El Nûsra û Artêşa Sûriye ya Azad biparêzin rejîmeke demorkatîk pêk anîn.

Gavriye da xuyankirin ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Asûrî-Suryanî peymanek civakî îmze kirin, mafê xwe xistin gerantiyê û ev got: “Em Asûrî-Suryan û Xiristiyanî weke Kurd û Ereban mafê me jî yê zimanê dayikê heye. Ola me bi bi qasî ya Îslamê ye. Partiyên me yên polîtîk heye. Polîs û hêzên me yên bi çek hene. Hêza bi çek a jinan ên me jî hene.”

HÊZA HEVPAR A PÊKHATEYAN DAÎŞ TÊK BIRIN

Gavirye bal kişand ser hêzên xwe û got: “Em bi hêzên xwe serbilindin. Bi destekkirina koalîsyonê re rêxistina biçek a Kurdan YPG/YPJ, rêxistina bi çek a Asûrî-Sûriyanî Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî û rêxistinên bi çek ên Ereban hevpar Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava kirin, li herêm çeteyên DAÎŞ’ê û xelîfeta wê têk bir.

Di demekê de ku QSD’ê rêxsitina herî bi hov a cîhanê DAÎŞ’ê têk bir û şûnde, her wiha ji sêyan yekê xaka Sûriyeyê xiste nava ewlekariyê, li bendê bû ku çareseriyek bê kirin, bi biryara vekişandina leşkerên DYE’yê re dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir.”

‘PLANSAZIYÊN QIRKIRINÊN NÛ TÊN KIRIN’

Gavirye destnîşan kir ku Tirkiye ewlekariya Tirkiye, herêmên Asûrî-Suryan dikin hedef û ev got: “Ev gefeke li dijî hebûna me ye. Plansziyên qirkirinên nû tên kirin. Dixwazin kêmeneteweyên li herêmê tine bikin û paqijiya etnîkî bikin. Daxwaz ji hemû partiyên siyasî dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest ji bo parastina mafê kêmeneteweyan di nava piştevaniyê de bin.”

Piştre Gavriye bersiva pirsên parlementeran da.