Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin
Nasnameyan 2 gerîlayan hate eşkerekirin ên ku li Gabarê di şer de şehîd bûbûn.
Nasnameyan 2 gerîlayan hate eşkerekirin ên ku li Gabarê di şer de şehîd bûbûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
COLEMÊRG
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 18’ê Gulanê saet di 08.00’an de li dijî Qereqola Şikêrê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.
AMED
Di 14’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qadên Şehîd Axîn, Şehîd Amed û Şehîd Baran ên ku li Başûrê Mûşê ne, operasyonek dabûn destpêkirin. Ev operasyon di 18’ê Gulanê de saet di 22.00’an de bêyî ku encamekê werbigire, xwe ji qadê vekişandiye.
Artêşa Tirk a dagirker di 8, 15 û 30’ê Nîsanê de jî li qada Şehîd Baran 3 operasyonên cihê li dar xistiye.Ev operasyon bêyî ku encamekê bistînin, di heman rojê de hatine vekişandin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirin. Di vê çarçoveyê de balefirên şer di 16’ê Gulanê saet di 14.40’an de Qada Kuro Jahro ya Zapê, di 17’ê Gulanê de saet di 12.30 û 14.00’an de derdora gundê Gisê yê Garê û di 18’ê Gulanê de saet di 18.50’an de qada Gundê Filleha ya Zapê bomberdûman kiriye.
Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundên Gisê.
2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Gabarê ya Şirnexê tevî balefirên hewayî yên bêmirov li qadê operasyonek dane destpêkirin. Yekîneyeke me ya li qada operasyonê rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û şer çêbûye. Artêşa Tirk a ku ji bejahiyê ve nekarî biçe ser hêzên me, bi balefirên şer qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Canfeda (Mehdî Daniş) û Kendal (Enes Bîçer) şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Canfeda Serxwebûn
Nav û paşnav: Mehdî Daniş
Cihê jidayîkbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Heznî - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar
***
Nasnav: Kendal Gabar
Nav û paşnav: Enes Bîçer
Cihê jidayîkbûnê; Êlih
Navê dê û bav: Taybet – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar"