Mikurhatinên hikûmeta Elman a têkilarî faşîstên AKP-MHP’î

Hikûmeta Elman ragihand ku faşîstên Tirk ên girêdayî desthilata AKP-MHP’ê dixwazin raya giştî û siyasetê bandor bikin. Tevî vê jî niyeta hikûmetê nîne ku faşîstên AKP-MHP’ê qedexe bike.

Di demê dawî de faşîstên Tirk ên bi navên Ulkucu û Bozkur xwe rêxistin dikin ewlehiya welatên Ewropayê xistin nava tehdîdê. Ulkucuyên ku hêza peremilîter ên desthilata AKP-MHP’ê ye û tevlî gelek bûyeran bûne, 29’ê Cotmeha 2020’ê li bajarê Dîjons a Fransayê piştî êrîşa li hemberî Eremeniyan û şûnde rêveberiya Parîsê biryara qedexekirina van koman dabûn.

Dîsa heman awayî 18’ê Mijdara 2020’ê pêşnûmeya ku pêşiya qedexekirina tevgera Ulkucu Partiya Yekîtiya Xiristiyan û Partiya Demokratên Sosyal (CDÛ/CSÛ) a hikûmeta Elmanya pêk tîne li gel Partiya Keskan û Partiya Demokratên Hur (Azad) (FDP) li Meclîsa Federal qebûl kiribû. Ewropa tevî van tedbîran jî hikûmeta Elman a federal a di bin Serokwezîrtiya Angela Merkel de ye li xwe mikur hat ku hê jî ev komên faşîst ên Tirk aktîvin.

Hikûmeta Merkel a bersiva pêşnûme pirsa Partiya Demokrat a Azad (Hur) a li Meclîsa Federal yek ji partiya muxalîf e da, diyar kir ku komên Tirk ên rastgirên tundraw xebatên wilo dikin ku bandorê li raya giştî û siyasetê bikin, pêk tînin. Di bersiva hejmara îro ya li Rojnameya Dîe Welt de hatiye weşandin de, ragihand ku faşîst bi taybet dixwazin bikevin nava otorîteryiya siyaseta Elman a biryaran digire.

BI MASKEYÊN ‘PIR GIRSEYÎ’ XWE RÊXISTIN DIKIN

Hikûmeta Federal anî ziman ku komên faşîst ên Tirk eleqeyek zêde nîşanî siyaseta xwecihî dike, diyar kir ku ev kom di bin rengên ‘çandî’ û ‘pir girseyî’ dixwazin xwe binixumînin. Li gorî bersiva hikûmetê Di hilbijartina xwecihî ya meha Îlona sala borî ya li Eyaleta Bakurê Ren Vestfalye (NRW) agahiyên têkildarî namzetên girêdayî van komên faşîst ên Tirk in jî parve kiriye.

Di bersiva hikûmetê de tesbîtên têkildarî Wexfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) jî bal kişand. Hikûmetê bal kişand ku SETA girêdayî hikûmeta Tirk kar dike û got: “Ev sazî nêrîn û nêzîkatiyên hikûmeta Tirk di bin navê zanis û lêkolînê de bi Elmanî belav dikin.”

Li aliyê din SETA sala 2019’an li Ewropayê têkildaîr Kurdan û beşên muxalîf ên rejîma Erdogan raporek ku wan dike hedef parve kiribû.

JI BO QEDEXEYÊ ‘ASTENGIYÊN HIQÛQÎ’ HENE

Di nûçeya Dîe Weltê tevî birayra Meclîsa Federal jî lê hikûmeta Merkel ne li gel wê yekê ye ku qedexeyekê ji bo Ulkucuyan bîne. Hêzên Ewlekariyê ragihandin ku ji bo qedexekirina Ulkucuyên mîna Tevgera Bozkurt ku tê nasîn û salên dawî de bi taybet li dijî Kurd, Eremenî û Yahûdiyan sûcên şidet û nefretê kiriye, astengiyên hiqûqî hene.

Lê li aliyê din heman hikûmet û yekîneyên ewlekariyê saziyên fermî yên Kurdan bê ku tevlî bûyerên şidetê bibin di carekê de qedexe kirin jî balê dikişîne. Herî dawî Sibata 2019’an li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Horst Seehofer Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk a yek ji saziyên girînd ên Kurdan e qedexe kiribû.

BI KÊMANÎ LI 170 KOMELEYAN XWE RÊXISTIN DIKIN

Tevgera Gurên Boz ên li Elmanyayê di bin navê Federasyona Komeleyên Tirkên Nijadperest ên Demokratîk a Elmanyayê (ADUTDF)ê xwe birêxistin kirine . Tê diyarkirin ku 170 komele endamên vê federasyonê ne û bi giştî 7 hezar endamên wan hene. Li gorî saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ev hejmar ji 10 hezaran zêdetir e.