Meşvanên Parîsê di roja 20’emîn de li Chaunyê bûn

Meşa Azadiyê ya 25 rojan ku ji Parîsê bi 25 kesên ku nûnertiya 25 salên esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, li bajarê Chaunyê berdewam kir. Zêdetirê nîvê beşdaran jin bûn.

Meşa Azadiyê ya ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Parîsê destpê kir, li bajarê Chaunyê di roja 20’emîn de berdewam kir. Meşa dirêj a ku li Qada Bouzîerê destpê kir, li ber avahiya şaredariya bajêr bi dawî bû.

Di meşa ku bi tevlîbûna gel zehf bi coş derbas bû, ji bo meşa mezin a 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, gelek caran banga tevlîbûnê hat kirin.

Di meşê de der barê pergala tecrîda Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derdor hate agahdarkirin û dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" û "Em PKK'î ne" hatin berzkirin. Di meşê de dirûşma "Terorîst Erdogan" jî hat berzkirin û her wiha bal kişandin ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku duyemîn hêza herî mezin a NATO'yê ye.

Balkêş bû ku meşvan bi piranî jin bûn û bi gelemperî diruşma "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.

Yek ji wan kesên ku beşdarî Meşa Azadiyê bû, Ferhat Aslan jî li ber avahiya Şaredariya Chaunyê bi zimanê Fransî xîtabî gelê herêmê kir. Ferhat Aslan der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî da Fransiyan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de dîl tê girtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Ne parêzerên wî, ne jî malbata wî û ne jî raya giştî nikarin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bibihîzin. Bi vê boneyê em Erdoganê ku terora dewletê pêk tîne şermezar dikin."

Ferhat Aslan diyar kir ku bêdengiya dewleta Fransayê ya li dijî tecrîd û êrîşan nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku gelê Kurd heta azadiyê wê li ber xwe bide.

Qonaxa meşê ya sibê wê li bajarê Soîssonê be ku yek ji bajarên herî kevn ên Fransayê ye.