Meşvanên Azadiyê: 17'ê Sibatê biherikin Kolnê
Meşvanên Azadiyê li Soîssonsê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin û gotin: “Çawan ku di sala 1999’an de bi sed hezaran kes herikîn Îtalyayê divê 17’ê Sibatê jî hemû Kurd biherikin Kolnê.”
Meşvanên Azadiyê li Soîssonsê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin û gotin: “Çawan ku di sala 1999’an de bi sed hezaran kes herikîn Îtalyayê divê 17’ê Sibatê jî hemû Kurd biherikin Kolnê.”
“Meşa Azadiyê” ya 25 rojan a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li bajarê Soîssonsê di roja 21’an de berdewam dike. Tevî gelê Kurd gelek dostên Kurdan û gelên ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûne, beşdarî meşê bûn.
Meşa ku bi awayekî qelebalix û bi coş hat lidarxistin ji aliyê çapemeniya neteweyî ya Fransayê ve jî hat şopandin.
Beriya ku meş dest pê bike, girseya gel li ber stasyona bajêr govend gerandin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî bi stranên xwe reng dan vê qonaxa Meşa Azadiyê.
Di daxuyaniyên li vir hatin dayîn de, ev tişt hatin gotin: “Bila sala 2024’an bibe sala Rêber Apo. Divê gelê Kurd li cihê lê ye dakevin qadan û li Rêberê xwe xwedî derkeve. Çawa ku di sala 1999’an de bi sed hezaran kes herikîn Îtalyayê, divê bi heman rengî em jî biherikîn Kolnê. Divê hemû Kurd di 17’ê Sibatê de biherikin Kolnê.”
Ligel barana zêde jî eleqeya meşê zêde bû û xelkê xwecihî yê Saîssonsê jî eleqe nîşanî meşê da. Meşvan bi kîlometreyan meşiyan û kolanên dîrokî ên bajêr bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandin.
Di tevahiya meşê de belavokên der barê pergala tecrîd û qirkirinên dewleta Tirk a di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd pêk tîne hate agahdarkirin. Li bajêr dirûşme û sirûdên şoreşgerî olan da.
Rawestgeha “Meşa Azadiyê” ya sibe Reîms e.