Meşa Dirêj a li Berlînê bi mîtîngê bi dawî bû

Meşa dirêj a 3 rojan ya bi armanca protestokirina 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li paytexta Elmanya Berlînê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li Berlînê dirûşmeyea “Bijî Serok Apo” û dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan deng veda.

Bi armanca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî gelê Kurd li bajarê Berlînê meşa dirêj a 3 rojan hatibû destpêkirin, meş bi mîtîngekê bi dawî bû.

Tevî hemû pêkanînên keyfî û zextên polîsên Elman meşa dirêj a 3 rojan îro bi biryardarî bidawî bû. Saet 12:00’an Kurdistanî li pêşiya Saeta Cîhanê ya li Alexanderplatzê li hev civiyan. Polîsan bi hinceta “qedexe” destûr nedan ku pankarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser were hildan. Li aliyê din polîsan xwest dirûşmeya “Bijî Serok Apo” asteng bikin lê çalakgeran bi berxwedanê nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Girse piştre ber bi navenda giştî ya Alexanderplatzê ve meşiyan. Piştre girseya gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heta Brandenbûrg Parîser Platzê meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Em hemû Leyla ne” , “Bijî Serok Apo”, “Ocalan li vir e” , “Em hemû Ocalan in” , “Terorîst Erodgan” , “Bijî Leyla Guven” û “Bijî berxwedêrên greva birçîbûn” berz kirin.

Di  meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hate xwendin û bal hate kişandin li ser berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven.

Li Brandenbûrger Tor bi zimanê Elmanî axaftin hatin kirin û meşa dirêj a 3 rojan a Berlînê bi dawî bû.