Meşa dirêj a ciwanan kete roja 3'yan

Meşa dirêj a ku li Mannheîmê ya Elmanyayê dest pê kirî kete roja 3'yan.

Meşa dirêj a ciwanan a ji bo 6 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger ku bi dirûşma, ''Dem hatiye, serî hilde, komployê parçe bike, Rêbertî azad bike'' ji Mannheîmê ya Elmanyayê dest pê kirî û heta bi Strasboûrgê ya Fransayê wê bidome, di roja 3'yan de bi coşiyekê dest pê kir.

Di roja 3'yan a meşê de ciwan ji Brûchsalê heta bi Karlsrûhê 21 kîlometre wê bimeşin.

Komîteya Amedekar helwesta qedexekar a polîsên Elman a li ser sembol û dirûşman rexne kir û diyar kir ev çavnebariya li bara qêrîna azadiyê ya Kurdan û ji ber rola wan a ji komploya navnetewî ye.

Dema meşê Tirkekî faşîst bi kûçikan hate ser rêgeha meşê û xwest ku meşê proveke bike, polîsên Elman jî çav li vê girtin. Ciwanan jî mudahele li yê faşîst kirin.

'DIVÊ EM QADAN BIKIN QADÊN SERHILDAN'

Çalakgeran gotin, ''Heta ku tecrîd were şikandin, Rêbertiya me azad bibe çalakiyên me wê bidomin. Em ciwanên Kurdistanê hay ji mîsyon û rola xwe ya vê pêvajoyê hene. Tecrîda li ser Rêbertiya me tecrîda li ser hemû Kurdan, ya li ser hemû alîgirên demokrasiyê, ciwan û jinan e. Li hemû qadan ciwan divê li ser vê bingehê xwe berde qadan, berxwedanê geş bike û qadan bike cihê serhildanê.''

Çalakger sibe di roja 4'an a meşê de, berê sibehê wê meşa xwe ji cihê mayî bidomînin.

Meşvan, 16'ê Sibatê wê li Strasboûrgê ya Fransayê bi baskên dirêj ên meşê yên ku ji Basel û Luksembûrgê dest bi meşê kirin, bibin yek, bi tevlêbûna Kurdistaniyên Ewropa re, wê bi mîtîngeke mezin Komploya 15'ê Sibatê şermezar bikin.''