Meşa Dirêj a ber bi Strasboûrgê ve di roja 3'emîn de ye
Meşa Dirêj a ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve pêk tê di roja 3'emîn de ye.
Meşa Dirêj a ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve pêk tê di roja 3'emîn de ye.
Meşa Dirêj a siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr û nûnerên saziyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê ji Cenevreyê dest pê kir di roja sêyemîn de ye. Navnîşana îro ya meşvanan paytexta Swîsre Bern bû.
PANEL TÊN LIDARXISTIN
Heyetek ji komîteya meşê li bajarên Cenevre û Lozanê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re li ser tecrîdê û êrişên dagirkeriyê hevdîtin kir.
Çalakger li cihê ku lê bêhnê vedidin panelan li dar dixin û li ser tecrîdê agahiyan parve dikin. Her wiha hunermendên TEV-ÇAND'ê yên tevlî meşê bûne, konseran pêk tînin. Tevî ba û baranê meş bi moral dewam dike.
MEŞA ÎRO WÊ LI WAÎSENHAÛSÊ BI DAWÎ BIBE
Çalakger îro saet di 12:00 de li pêşiya strasyona trenê ya bajarokê Zollîkofen ê bajarê Bernê li hev kom bûn.
Li ber sirûda Çerxa Şoreşê deqeyek rêz girtin û dest bi meşa xwe kirin.
Meşa îro wê li qada Waîsenhaûsê bi dawî bibe û mîtîngek bê lidarxistin.
Êvarê jî wê li Navenda Civaka Kurd li ser 'Jineolojiyê' semînerek bê organîzekirin.