Meşa ciwanan di roja 2’an de ye

Meşa ciwanan a ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê heta Strasboûrgê hate kirin di roja 2’an de ye.

Meşa bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi dirûşma ‘Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike’ ji bajarê Mannheîm ê Elmanya heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê di roja 2’an de gihişte Hockenheîm-Bruchsaalê.

Meşa bi dirûşma ‘Dem Hatiye Serî Hilde Komplo Parçe Bike Rêbertî Azad Bike’ hate kırın, meşvanan 24 km derbas kırın ü gıhıştına Bruchsaalê.

Li Bruchsaalê meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi tevlîbûna Kurdistanî û rêxistinên çepgir li Bruchsallê mîtîngek hate kirin.

Aktivîst Hans Peter ê di mîtîngê de axivî, diyar kir ku li gel doza bi maf a gelê Kurd e.

Peter bang li Parlementoya Ewropayê kir ku divê bi erka xwe rabe, zextê li rejîma Erdogan bike û bi lezgîn dawî li tecrîdê bîne.

Meşvan wê sibe ji bruchsaalê ber bi Karlarûeyê ve bikevin rê.