Malbata şehîdê Kanadayî serdana Îba kir

Malbata  YPG'yiyê şehîd ê Kanadayî li Toronto serdana Yûsuv Îba yê di greva birçîbûnê de kir. 

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 97'an. Yûsuv Îba ku li Toronto ya Kanada ji bo ku destekê bide greva birçîbûnê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 31'ê ya grevê de bi moral û coşiyeke zêde serdanan pêşwazî dike.

Îro malbata şehîdê YPG'yî yê Kanadayî John Robert Gallagher (Gabar Rojava) serdana Îba kir, ku Gallagher 2015'an di şerê dijî DAÎŞ'ê de di nav refên YPG'ê de şehîd bûbû.

Malbat hate Navenda Civaka Kurd a Toronto serdana Îba kir, piştre jî kolyeya ku wêneyê şehîd li ser bû diyarî  da Îba.