Macron û Erdogan wê heman beriya civîna bilind a NATO'yê li hev rûnên

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, beriya civîna bilind a NATO'yê wê rû bi rû hevdîtinekê bikin. Macron bang li NATO'yê ku di mijara Tirkiyeyê de xwe zelal bike.

Serokkomarê Fransayê Macron roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku beriya civîna bilind a NATO'yê ya ku wê Duşemê dest pê bike, wê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre derdora Macron, hevdîtin wê li Brukselê pêk were, lê dema wê nehate eşkerekirin.

Macron di daxuyaniya xwe de ya beriya hevdîtinê got, "Ji ber ku em endamê heman rêxistinê ne, hûn nikarin biryarê bidin ku alavên bi hev re nayê bikaranîn bikire. Hûn nikarin biryarê bidin operasyonên yekalî bimeşînin ku li dijî berjewendiyên koalîsyonê be." Macron xwest ku di vê mijarê de Tirkiye bê "zelalkirin".

Di civîna bilind a NATO'yê de tê payin ku bi giranî pirsgirêkên ewlekariyê yên parzemîna Ewropayê bêne nirxandin. Beriya 18 mehan dema ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êriş bir ser Rojava, Macron bi daxuyaniyekê gotibû, NATO ji aliyê mejî ve mirî ye.

Aloziya navbera dewleta Tirk û Fransayê bi taybetî di mijara Rojhilatê Derya Spî de zêde bû. Li dijî karên dewleta Tirk ên bi rengekî neqanûnî li gazê digeriya, Fransayê li gel Atînayê cih girt û keştiyên şer şand herêmê. Di mijarên dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, rola xwe ya di krîza Lîbyayê de, her wiha rola xwe ya di dagirkirina Qerebaxê de, Fransa û dewleta Tirk li hev nake.