Macron: Divê Rûsya bê têkbirin, lê neyê 'perçiqandin'

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew dixwazin Rûsya li hemberî Ûkraynayê têk biçe û got, "Lê belê Fransa ne alîgirê wê ye ku Rûsya bê perçiqandin."

Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de ya li gel rojnameyên Journal du Dimanche û Le Figaro û radyoya France Inter got: "Ez dixwazim Rûsya li Ûkraynayê têk biçe û Ûkrayna bikaribe pozîsyona xwe biparêze. Lê di dawiyê de ez bawer dikim ku ev yek bi rêya şerê leşkerî bidawî nabe."

Macron got, "Ez weke hinekan nafikirim ku divê Rûsya bi temamî têk biçe û li ser xaka wê êrîş bê kirin. Ew ê bi vî rengî difikirin, dixwazin ku Rûsya beriya her tiştî bê eciqandin. Ev nêzîkatî wê ti carî nebe helwesta Fransayê."

Serokkomarê Fransayê Macron li Konferansa Ewlekariyê ya li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî got, divê Rûsya li Ûkraynayê têk biçe.

Li gorî serokkomarê Fransayê, ne Rûsya û ne jî Ûkrayna nikarin bi rêya şer "bi tevahî bi ser bikevin."

Macron anî ziman ku, di pergala heyî ya Rûsyayê de, ji bilî Serok Vladîmîr Pûtîn hemû alternatîfên din "xerabtir" xuya dikin û got, "Gelo em ji dil bawer dikin ku piştî van salan ji dijwarbûn û pevçûneke topyekûn wê çareseriyeke demokratîk ji civaka sivîl a Rûsyayê derkeve meydanê? Ez bi rastî jî vê dixwazim, lê bi rastî jî jê bawer nakim."