MŞD: Li her qadê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin

MŞD’ê Newroza îsal di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî, hemû berxwedêrên li Rojhilata Navîn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin pîroz kir. MŞD’ê got: “Li her qadê bi ruhê Newrozê li ber xwer bidin û tecrîdê bişkînin."

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.

MŞD’ê Newroza îsal di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî, hemû berxwedêrên li Rojhilata Navîn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin pîroz kir.

MŞD’ê destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Mezopotamyayê bi taybet ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilm, zordarî û faşîzmê ye. MŞD’ê destnîşan kir ku zêdeyî 6 salin civaka Êzidî li dijî DAÎŞ’ê û desthilatên siyaseta qirêj a li herêmê û faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Newrozê li Şengalê ji bo statûya Êzidxanê serbixwe û mîsoger bike li ber xwe dide.

MŞD’ê diyar kir ku keç û xortên Êzidî meşaleya berxwedanê ya ji Kawayê Hesinkar û Mezlûm Dogan girtî agirê berxwedanê roj bi roj li Şengalê pîroz û geş dike.
herî dawî MŞD’ê di serî de bang li civaka Êzidî û hemû gelê Kurd kir ku bi ruhê Newrozê sala 2020’ê li hemû qadan ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û hilweşnadina faşîzmê li ber xwe bidin û Ocalan azad bikin. MŞD’ê got: “Azadiya Rêber Apo azadiya Êzidxanê ye.”