Li Zurîhê çalakiya ‘Em heqê xwe helal nakin, em ê hesab bixwazin’ hat lidarxistin

Girse ku bi banga rêxistinên demokratîk, dewleta Tirk protesto kir ku çima xelk terkê mirinê kiriye û wiha got: ‘’Em heqê xwe li van zilmkaran helal nakin û em ê hesabê her tiştê ku ji me dizîne, bixwazin.’’

Dewleta Tirk ku piştî erdheja li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê, bi polîtîkayên xwe xelk terkê mirinê kir, ji aliyê rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat protestokirin.

Bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Konefederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), Federasyona Mafan a Demokratîk a Swîsreyê (ÎHDF), Konfederasyona Karkerên Penaber a Swîsreyê (ÎGÎF), Konfederasyona Yekîneyên Elewî yên Swîsreyê (ÎABF), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Yekitiya Suryanan a Ewropayê (ESÛ), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Damezirîna Ji Nû Ve Ya Sosyalîst (SYKP), Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereşê (MAR-DEF), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), XETA SOR, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Meclis, Komunên Şoreşger ên Ewropayê (ADKM), Eniya Şoreşger û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), girseya ku li qada Museumstrasseyê  ku muzeya neteweyî ya Zurîhê lê ye, hat ba hev û bi berzkirina dirûşmeya ‘Em heqê xwe li helal nakin, em ê hesab bixwazin’ ber bi Balyozxaneya Tirk ve meşiyan.

Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyekê rêz hat girtin. Li dijî destgîrkirina xwepêşanderên li ber Avahiya Stenbolê ya TÎP’ê hatin ba hev da ku protesto bikin ku çima AFAD’ê kon firotine, daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê rêxistin TÎP’ê ya Swîsreyê ji aliyê Denîz Ay ve hat dayîn de, wiha hat gotin: ‘’3 roj piştî erdheja 6’e Sibatê, mexdûrên erdhejê ku di sir û seqemê de ku germah^,ketibû bin sifirê û li bend alîkariyê bûn. Heyva Sor a Tirk kon dan ber firotinê. Endamên me yên xwest vê bûyerê protesto bikin, êrîş li wan hatiye kirin û avahiya me ya partiyê dor lê hatiye girtin. Em, hev helal nakin, em ê hesab bixwazin.’’

FELAKETA XWEZAYÎ VEGUHERÎ QETLÎAMA DEWLETÊ

Li ser navê rêxistinên girseyî demokratîk, daxuyaniya hevpar ji aliyê Gamzê Ozkokê ve hat xwendin. Ozkok ev tişt diyar kirin: ‘’Nêzîkê mehek bi ser erdhejê re derbas bûye. 48 saetên pêşîn ku ji bo jiyana yên di bin kavilan de gelek giring bû, hikûmeta AKP/MHP’ê tu tişt nekir û bû sedem ku bi dehhezaran kes ji sermayê û kêmasiya alav û amûrên xelaskirinê jiyana xwe ji dest bidin. Lêkirina xaniyên riziyayî li ser xeta fayê û dûrê venihêrina bi awayî, kir ku erdhej veguhere qetlîama dewletê.

EM NE MEHKÛMÊ VÊ SÎSTEMÊ NE

Li gorî daneyên fermî 45 hezar û 89 kes jiyana xwe ji dest dane, lê di rastiyê de digihêje sed hezaran. Hikûmet di hilweşînekî wiha mezin de jî bi awayekî bê şerm erdhejê ji xwe re dike firsend û  ji bo guhertina demografyaya herêmê çeteyên cîhadî dixe nava gel û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê pêk tînin.

Ev sîstem ji bo qetilkirina karker, kedkar, Elewî, Kurd, Asûrî, Ermenî, Yewnan û şoreşgeran, bi zîhniyeta tekparêz û sentezkar a Tirk-Îslamî hatiye birêxistinkirin. Ji ber vê yekê dijminê gel e û di tu şert û mercan de sûdê we ji me re nebûye û wê nebe jî. Yekane erka wê parastina serwetên dewlemendan e. Em ne mehkûmê vê sîstemê ne.

Em êş û şîna xwe veguherînin hêrsê. Werin em hemû bindest ji bo avakirina welatê demokratîk û azad bibin yek. Em heqê xwe li van zilmkaran helal nakin û em ê hesabê her tiştê ku ji me dizîne, bixwazin!”