Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Zurîhê bi hezaran kesan dewleta Tirk protesto kirin

Êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina endama HDP’ê Denîz Poyraz li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji aliyê bi hezar kesan hate şermezarkirin.

Êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina endama HDP’ê Denîz Poyraz li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji aliyê bi hezar kesan hate şermezarkirin.

Çalakî bi banga CDK-S’yê hate kirin. Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze, nûnerên heyeta aştiyê yên ku çûbûn Başûrê Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi şexsê Denîz Poyraz de bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û aştiyê hate destpêkirin. Hevserokê Demdemî yê CDK-S’yê Îsmaîl Kardaş  diyar kir ku li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk divê xwedî li berxwedana gerîlayan were derketin û berxwedana enternasyonal were geşkirin.

Endamê Heyeta Aştiyê Dr. Maja Hess ê ku çûbû Başûrê Kurdistanê û vegeriyabû, diyar kir ku ew Kurdistanê ji nêz ve nas dike û ne dûrî berxwedana gelê Kurd e.

Parlementera Konseya Neteweyî ya Swîsreyê ya Partiya Sosyalîst Fabîan Molîna jî êrişa li dijî Denîz Poyraz şermezar kir. Molîna got “Li hemberî êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê wê hevgirtina me ya bi gelê Kurd bidome.”

Di meşê de belavokên bi Elmanî hate xwendin û piştî meşa 2 saetan çalakger vegeriyan Helvetîaplatzê û çalakiya xwe bi dawî kirin.