Li Zurîh û Lozanê konên sersaxiyê hatin danîn

Ji bo kesên di erdhejê de ku 6’ê Sibatê rabû, jiyana xwe ji dest dan, Heyva Sor û KOMAW’ê, konên sersaxiyê li Lozan û Zurîhê danîn

Ji bo kesên di erdhejê de ku 6’ê Sibatê rabû û jiyana xwe ji dest dan, li Lozan û Zurîhê ku bajarên Swîsreyê ne, bi awayekê girseyî konên sersaxiyê hatin danîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr, rêveberên Federasyona Komeleyên Mereşê (MARDEF), HevserokÊn Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Selma Surer û bi dehan malbatên xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, tev li konên sersaxiyê bûn.

ZÛRÎH

Ji bo kesên xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Bulach ê Kantona Zurîh a Swîsreyê, konê sersaxiyê hat danîn.

Beriya sersaxiyê, rêz hat girtin. Li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê Emîne Enhas, li ser navê KOMAW’ê Metîn Mîntaş û li ser navê komîteya amadekirina sersaxiyê Mehmet Ozbek, sersaxî ji malbatan re xwest. Bi pişt re Pîr Bînalî Saglam û Alî Matûr, gulbang gotin û sersaxî ji malbatan re xwest ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane.

‘DEWLETÊ DENGÊ XWE JI MIRINÊ NEKIR’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku bû beşdar li sersaxiyê, axavtinek kir. Aydar sersaxî ji malbatan re xwest ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt gotin: ‘’Erdhej, bûyereke siruştî ye, lê tiştên piştî rabûna erdhejê qewimîn, ne siruştî ne: ‘’Dewlet, bi zanebûn nebû alîkar û tişt ji bo bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dan, nekir.

‘DIVÊ EM POLÎTÎKAYA HIŞTINA BÊ MIROV A HERÊMÊ PÛÇ BIKIN’

Dewlet, bi gelê me re ku li wê derê ye, nabe alîkar da ku ew der ji mirovan xalî bibe. Divê em polîtîkayên hiştina bêmirov a herêmê, bi avê de bibin. Ji bo çêkirina sî û starê ji mirovên xwe re, divê her kes bi berpirsyarî rabe. Em ê li erd û gelê xwe bibin xwedî. Gundên xwe cardin ava bikin. Kampanyaya bi pêşengiya Heyva Sor dest pê hatiye kirin, giring e. Divê gelê me cih di nav vê kampanyayê de bigire.’’

Zubeyîr Aydar îşaret pê kir ku dewletê, piştî erdhejê, zarokên bêxwedî teslîmê cimaetên nêzê xwe kirine û got: ‘’Zarokên dê û bavê xwe ji dest dane, hene. Divê her kes li van zarokan bibe xwedî.’’

‘DEWLET JI BO ASTENGKIRINÊ LI WIR BÛ’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî bi kurtî axivî. Goksûngûr, bi bîr xist ku ka dewlet li kû ye û got: ‘’Dewletê ji serê seriyî ve li wir bû. Nehişt alîkarî bê kirin, dest da ser alîkariya ku hat. Li kesên xwestin bibin alîkar, êşkence kir. Bajarên Rojava ku ji erdhej li wan rabûye, karî bombe bike.’’

‘BILA CARDIN BÛYERA ‘KEÇÊN WENDA YÊN DERSIMÊ’ NEQEWIME’

Fatoş Goksûngûr, bal kişand ser zarokên ku di erdhejê de ji ber dê û bavên xwe wenda bûne, ya jî ew ji dest dane û diyar kir ku ji bo careke din bûyera ‘Keçên wenda yên Dersimê’ neqewime, divê her kes tiştê ji mil were, divê bike.

DIVÊ ALÎKARÎ BÊNAVBER BIDOMIN

Endamê Lijneya Rêveber a MARDEF’ê Mehmet Ustek jî de der barê alîkariyên ku tên kirin de agahî da. Ustek got: “Em ji kêliya destpêkê a erdhejê ve hem li welat hem jî li Ewropayê bi awayek lez organîze bûn alîkariyê xwe gihandin gelê xwe. Alîkariyên me ne tenê ji Mereşê re, ji Hatay û Semsûrê re jî hate şandin. Barê me giran e; Divê ji niha û pê ve jî alîkariya me bênavber bidome.

Di dawiyê de malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane axaftin kirin. Piştî merasîma bîranînê, malbatan heta saetên dereng sersaxiyan qebûl kirin.

LOZAN

Her wiha ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a li Lozanê şîn hat danîn.

Şîna ji aliyê malbatên ji Meletî, Semsûr, Dîlok, Amed û Hatayê yên ku li der û dora Lozanê dijîn,  bi hev re hat danîn. Gelek kes tevlî şînê bûn. Beriya şînê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Meclîsa Gel a Lozanê Sitki Demîr axaftinek kir. Demîr sersaxiyê ji malbatan re xwest û bang li her kesê kir ku piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re xurttir bikin.”

Dîna Ana ku xebatên Heyva Sorê dimeşîne, îşaret pê kir ku bi deh hezaran kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan mirov jî mexdûr in. Alîkariyên Heyv Sor di zûtirîn demê de digihîn xwediyên xwe. Divê ev alîkarî heta demeke din jî bidomin.”