Li Zanîngeha Sapîenzayê ciwan hatin ba hev
Ciwanên enternasyonal ku ji bo tecrûbekirina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûn serdanê, bi civîneke berfereh a li Romayê geşedanên li Herêmên Rêveberiya Xweser ragihandin.
Ciwanên enternasyonal ku ji bo tecrûbekirina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûn serdanê, bi civîneke berfereh a li Romayê geşedanên li Herêmên Rêveberiya Xweser ragihandin.
Ciwanên Enternasyonal ku çûn serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Romaya paytexta Îtalyayê li Zanîngeha Sapîenzayê hatin ba hev.
Bala ciwanên zanîngehê li civînê bû. Di civînê de behsa geşedanên dawîn ên li Kurdistanê û Şerê Gel ê bi Şoreşgerî li dijî êrîşan hat kirin.
Civîn, bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kurdistanê“, “Jin, jiyan, azadî“ û “Bijî Kurdistan“ bi dawî bû.