Li Yewnanistanê meşa dirêj a ciwanan didome

Li Yewnanistanê roja yekemîn a meşa dirêj ya ciwanan bidawî bû.

Bi armanca protestokirina Komloya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşa dirêj a ji bajarê Yewnanistan Lavrîoyê hatibû destpê kirin, rojek li pey xwe hişt.

Li bajarê Yewnanistan Lavrîoyê bi armanca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj hatibû destpê kirin. Roja yekemîn a meşa ciwanan bi dawî bû.

Ciwanan bi coşeke mezin û dibin marşên şoreşgerî de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bê Serok jiyan na be’ bi zimanê Yewnanî berz kirin.

Ciwanan bê navber dirûşmeya ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin û piştgirî dan berxwedana dîrokî.

Çalakgeran xwedî li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven derketin û banga ketina tevgerê li saziyên navnetewî kirin.

Ciwanan ji bo piştgirîdayîn û gelê Yewnan agahdar bikin belavok belav kirin.

Meşa ciwanan wê 3 rojan bidome û sibê wê ber bi paytexta Yewnanîstan Atînayê ve bimeşin.