Li Yewnanistanê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşeke dirêj hate lidarxistin

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan hatin ba hev û li hemberî komloya 9’ê Cotmehê meşeke bo sê rojan a heta Atînayê dan destpêkirin.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan hatin ba hev û li hemberî komloya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bo sê rojan a heta Atînayê dan destpêkirin.

Ciwan bi posterên Ocalan û bi alayên PKK, KCK, YPG, YPJ û HPG’ê meşiyan.

Ciwanan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk kû komploya navneteweyî belavok belav kirin.

Wê ciwan îro heta navçeya Marco Polo bimeşin.

Ciwan piştî ku gihiştin Qada Sytagma ya Atînayê wê ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.