Li Yewnanistanê dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin

Li bajarê Lavîro ya Yewnansitanê bi meşekê dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin.

Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê hate protestokirin.

Meşa bi sedan kes tevlî bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan, dîsa li gel hildana alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê û TEV-DEM’ê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Qatil Erdogan’ hatin qîkirin.

Di meşê de li ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê belavok hatin belavkirin. Xelkê Yewnanî jî destek dan çalakiyê. Meş li qada Lavrîoyê veguherî mîtîngekê.

Aktivîst Bûrhan Amed li vir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze sîstema demokratîk a li Rojava pêk hat bi êrîşan tine bike.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.