BI DÎMEN

Li Viyanayê şahiya çand û ciwanan hate lidarxistin

Li paytext Viyanayê bi organîzasyona Federasyona Elewiyan a Demokratîk şahiya çand û ciwanan hate lidarxistin.

Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi organîzasyona Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) şahiya çand û ciwanan hate lidarxistin.

Gelek kes tevlî şahiyê bû. Di şahiyê de Pîr Huseyîn di şexsê ciwanan de xîtabî girseyê kir û wiha got: “Ez bang li ciwanan dikim, xwedî li ziman, çand, dîrok û cewhera xwe derbikevin. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hûn neçar dimînin bi hezaran kîlometreyan dûrî welata xwe bibin, lê ji çanda xwe dûr nekevin. Ji baweriya xwe dûr nekevin. Rê nedin polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin.”

Piştî Pîr Huseyîn nûnerê FEDA’yê Attîla Ş. Axivî. Atîlla Ş. Xwest ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her kes erka xwe bi cih bîne û wiha got: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrît tenê li Îmraliyê pêk naye, pêre ji çar aliyên cîhanê hemû gelê Kurdistanê jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê jî em ê ji bo azadî û aştiyê çi ji destê me were bikin û têkoşînê mezin bikin. Rêber Apo 25 sal in di bin êşkenceya giran de ye. Em weke Kurdên Elewî vê yekê tucar qebûl nekin. Ji bo dawîkirina vê tecrîdê divê hemû ziman, ol û sazî bibin yek û erka xwe pêk bînin.

Di şahiyê de Delîl Xidir, Dîlan Top, Koma Dem û Îlyas stran û kilamên xwe gotin û girse li ber stranan govendê gerand.