Li Viyanayê ji bo piştgiriya Dayikên Aştiyê çalakî hate lidarxistin
Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye bi wesîleya hefteya 800’emîn a Dayikên Aştiyê çalakî hate lidarxistin.
Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye bi wesîleya hefteya 800’emîn a Dayikên Aştiyê çalakî hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Platforma Jinan a Yekîtiya Hêza Demokratîk a Viyanayê hate organîzekirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku “Ji bo hevgirtin û piştgiriyê em ê her dem li ba wan bin.”
Çalakî li pêşiya Stephansdomê hate lidarxistin.
Kurdan û dostên wan bang li hikumeta Evûstûrya û rêxistinên civaka sivîl kirin xwestin aqûbeta hemû kesan winda û piştî hatine destgîrkirin tu agahî ji wan nehatine stendin, were stendin.