Li Viyanayê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Kurdistaniyên li Viyanayê dijîn bi mîtîngekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê protesto kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û terora dewleta Tirk hate şermezar kirin. Li aliyê din bang li hikûmeta Ewûstûrya û raya giştî hate kirin ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê pêk tên bêdeng nemînin.
Mîtîng bi dirûşmeyan bidawî bû.