BI DÎMEN

Li Sydneyê dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin

Li Sydneyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK û Malbata Barzanî bi çalayekê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de Hevserokê Federasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Brûsk Ayver axivî. Ayver anî ziman ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ne tenê PKK ye û got: “Armanca sereke ya dewleta Tirk ewilî statûya Başûrê Kurdistanê û hemû deskeftiyên gelên Kurd e. Divê ne tenê PKK li dijî dagirkeriyê têkoşînê bike, divê hemû Kurd li dijî dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê rabe li ser piyan û têkoşînê mezin bikin.”

Edîtorê Rojnameya Greenleftê Peter Boyle jî axivî û got: “Li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd em ê timî di nava piştevaniyê de bin. Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û Kurdistanê raya giştî bêdeng nemîne.”

Çalakî bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.