Li Sydneyê çalakiya 3’ê Tebaxê: Bila statuya Şengalê bê nasîn

Li Sydneya Ewûsturalyayê ji bo qirkirina Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an protesto bikin, çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdên bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurdên Demokratîk (NCKD) li qada Town Hall hatin gel hev, êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê protesto kirin. Çalakgeran, kesên ku di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn.

Di axaftinên di dema çalakiyê de diyar kirin ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca “Îmhakirina giştî” bû, hikumeta Hewlêr û Baxdayê berpirsyariyên xwe bi cih neanîn.

Di çalakiya bal kişandî li ser êrîşên dewleta Tirk de jî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bila statuya xweseriya Şengalê bê nasîn.