Di demekê de ku li Swîsreyê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê tê lezandin, îro standa îmzeyan a li Zurîhê hatî danîn ji aliyê ciwanên Kurd ve hat rêvebirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li standa ku li qada Staûfacher danîn, derdora wê îmze kom kirin û têkildarî naveroka kampanyayê agahî dan Swîsreyiyan.
Di dawiya hefteyê de wê li gelek navendên Swîsreyê ji aliyê Navendên Civaka Kurd, meclîsên jin û ciwanan ve standên îmzeyan bên danîn.
Di çarçoveya kampanyayê de tê payîn ku wê di rojên pêş de serdana malan jî bê kirin. Kampanya wê berfireh bibe û li seranserê welat belav bibe.
ENDAMEKÎ YÊ ENCÛMENEKE ŞAREDARIYÊ KU TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛYE
Tîago Branquîno ku endamê encûmena şaredariya bajarê Vevey ya kantona Vaûd a Swîsreyê ku bi zimanê Fransî diaxin, di çarçoveya kampanyayê de bi dehan îmze ji partiya xwe û derdorên xwe yên nêzîk kom kirine.
Branquîno ku xwe wekî çalakvanek ekolojîk dide nasîn, endamê Decroîssance alternatîves ya di nav Partiya Berxwedana Yekîtiya Çep (Ensemble a Gaûche Resîstans) de ye.
'DIVÊ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BÊ ZAGIRKIRIN'
Branquîno di hevpeyvîna bi Anf re kirî de got, "Weke tevgera gel a têkoşîna gel û çînên bindest divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin."
Branquîno, da zanîn ku nêzî 3 sal in Kurdan û têkoşîna gelê Kurd nas kiriye û wiha pêde çû: “Divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest ji aliyê dewletên Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên ku di qada navneteweyî de xwedî jêhatî ne ve bê qanûnîkirin. Em têkoşîna çînayetî ya gelan û jiyankirina aliyan di nava atmosfereke aştiyane û demokratîk de weke pêwîstiyekê dibînin. Di vê wateyê de weke tevgereke gel divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”