Li Swîsreyê qetlîama Şengal hate protestokirin

Li bajarê Bern, Zurîh, Lozan û Wîntherthûr ên Swîsreyê bi çalakiyên hatin kirin qetlîama li Şengal û êrîşên qirker ên li Kurdistanê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dosên xwe yên li 4 bajarên Swîsreyê daketin qadan qetlîama Şengalê protesto kirin.

BERN

Li Bahnhofplatzê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Mizgîn li Bernê qetlîama li ser Şengalê û êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di çalakiyê de ji bo şehîdên Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Mizgîn û TJK-E’yê axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişandin ser avakirina yekîtiya netewî ya li dijî qetlîaman. Eyşê Şengalî ya yek ji jinên ji qetlîama Şengalê rizgar bûyî axivî. Piştre jî belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

LOZAN

Meclîsa Jinan a Lajin li pêşiya Dêra St. Laûrentê ji bo salevgera Qetlîama Şengalê daxuyaniyek hate dayîn. Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Fransî hatibû amadekirin û ew jî hate xwendin.

WÎNTERTHÛR

Li bajarê Wînterthûrt jî li ser qetlîamê tandek hate danîn. Ji aliyê aktivîstan ve belavok hate belavkirin, gel ji qetlîamê hatin agahdarkirin.

ZURÎH

Bi heman armancê li pêşiya parlementoya kantonê çalakiyek hate kirin û qetlîam hate protestokirin.