Li Swîsreyê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi meşekê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê bi sedan kes li Bahnoplatzê hatin ba hev. Di çalakiyê de ji bo cangoriyan deqîqeyekê rêz hate girtin.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di çalakiyê de axivî. Goksûngûr got ku, “Dewleta Tirk a dagirker faşîzma xwe ya li ser Kurdistanê îro dixwaze li welatên Ewropayê jî bidomîne. Li dijî gelê me yê li Ewropayê dixwaze provokasyonê bike.”

Gel piştî axaftinê dest bi meşê kir û sloganên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berz kir. Li qada Claramatteparkê jî mîtîngek hate lidarxistin.