Li Swêdê êrîşên li ser Şengalê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê li paytexta Swêd Stockholmê û li Helsîngborgê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Di çalakiyan de ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Yekîtiya Jinan a Sara û Meclîsa Jinan a Amarayê pêk hatin, komkujiyên dewleta Tirk ên li Şengalê hate teşhîrkirin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li cidvaka navnetewî hate kirin ku helwstê nîşan bide.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ku li Meydana Sergelstorgê hatin cem hev posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, PJAK, YPG û YPJ'ê hildan, wêneyên komkujiyên dewleta Tirk hatin rakirin.

Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk li 3 parçeyên Kurdistanê komkujiyan dike û hate diyarkirin tekane armanca dewleta Tirk astengkirina destkeftiyên Kurdan e.

Her wiha hate gotin dewleta Tirk qirkirina ku DAÎŞ'ê dixwest pêk bîne lê bi ser neketî, temam bike, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û Swêdê ya li bara êrîşan hate rexnekirin, bang li hikûmeta Swêdê û welatên Ewropî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

PJAK'ê jî destek da çalakiyan û bi dirûşmeyan hate gotin,''Dewleta Tirk ji Şengalê bicehime'', ''Erdogan ê kujer û faşîst'', ''Destên xwe yên bi xwîn ji ser Kurdistanê rakin.''

HELSÎNGBORG

Kurdistanî û dostên wan li Meydana Storgetê hatin cem hev û êrîşên dewleta  Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Di axaftinan de hate gotin tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê şerekî giştî li dijî Kurdan daye destpêkirin û ji bo ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake dewleta Tirk sûcê şer  û mirovahiyê dike.

Her wiha hate gotin Erdogan beriya niha bi destê çeteyên  DAÎŞ'ê li Şengal û Rojava xwestiye ku qirkirinê bike, dema ku di vê de bi ser neket niha rasterast ew êrîşê tîne.

Her wiha bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê û Rojavayîya li bara komkujiyên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin.