Li Swêdê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarên Stockholm û Goteborgê yê Swêdê hatin protestokirin.

Saet di 13.00’an de li Medborggarplatsnê çalakî hate lidarixistin û êrîşên dewleta Tirk û Îranê ya li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.

Hevseroka Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê  Nadîa Saleh diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê bi rojan didome û Kampa Mexmûrê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye bomberdûmankirin.

Li ser navê Komîteya Stockholmê ya PJAK’ê Amîr Babakîrî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya Îranê li dijî gelê Kurd qetlîaman dike û di van êrîşan de ji xeynî gerîlayan kesên sivîl jî tên qetilkirin.

GOTEBORG

Kurdistanî saet di 14.00’an de li Brûnn Parkê hatin ba hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin.

Çalakgeran xwestin ku bila Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Başûrê Kurdistanê bêdeng e, li dijî qetlîamên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.