Li Stûttgartê meşa bi meşaleyî ya Newrozê

Li Stûttgartê ku Newroza Rêbertiyê ya 50’yemîn bi meşa bi meşaleyan hat pîrozkirin, peyam ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê re hatin dayîn.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, Newroz sala 50’yemîn bi tevlêbûna bi hezaran kesan, bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin.

Di şahiyê de ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) Baden-Wurttembergê hat kirin, piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Newrozê meşaleyên vêxistî hatin hildan û dest bi meşê hat kirin.

Gava meşê, ciwanan dirûşme berz kirin û wiha hat gotin: “Kevneşopiya vejîn û têkoşînê ya Kurdan, ji Kawayê Hesinkar ta bi Zekiye Alkan, di Sala 50’yemîn a Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berdewam e. Em ê ala serkeftinê ku Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de li dijî radestiyê hilda, bigihînin serkeftinê. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dem azadiya Rêber Apo ye’ em ê berxwedanê geş bikin û li qadan bin.“ 

Meş, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ û “Her der Newroz, her der azadî“ qediya.