Li Stûttgartê siyasetmedarên Kurd hatin darizandin

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê welatparêzên Kurd hatin darizandin.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê doza siyasetmedarên Kurd Veysel S., Agît K., Ozkan T., û Cîhan A. hate gerandin. Danişîna 8’emîn a dozê di 25 û 26’ê Tîrmehê de hate gerandin.

Di rûniştinê de serkomîserê LKA’yê jî wekî şahid lê hate guhdarîkirin. Serkomîser got “Di dema lêkolîna dozê de tiştek derneket holê. Îtîrafkar Ridvan O. gotibû ‘ez revandime û gef li min xwarine’, di çarçoveya vê îfadeya wî de ev lêkolîn hate kirin. Dema ku Ridvan O. hatiye revandin, wesayîtek hatiye bikaranîn lê derbarê vê wesayîtê tu agahî bi dest neketin.”

Ev rûniştin taloqî 1’ê Tebaxê hate kirin.

Di heman demê de di nava hefteyê de rûniştina doza siyasetmedar Salih K. jî hate lidarxistin. Di rûniştina di 22’ê Tîrmehê de parêzer Anna Bûshl pirs ji Ridvan O kir.

Ev rûniştin jî wê di 5’ê Tebaxê de bidome.