Li Strasbûrgê çalakiya rûniştinê destpê kir

Li bajarê Strasbûrg a Fransayê starta çalakiya rûniştinê ya ku wê mehekê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya “Bese ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” de bidome destpê kir.

Çalakiya rûniştinê li pêşiya Konseya Ewropayê bi daxuyaniyekê destpê kir. Destpêkê Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr axivî, bal kişand ser polîtîkayên zext û qirkirinê û got: “Ji bo bêjin zilmê raweste û dema azadiya Ocalan hatiye, me dest bi çalakiya rûniştinê kir.”

Endamê Konseya Rêveber aKCK’ê Zubeyir Aydar jî qla girîngiya çalakiyê ya li pêşiya KE kir û got: “Konseya Ewropa CPT û DMME tev li virin. Bi salane li vir nobet tê girtin, çalakî tê kirin. Rapora ku CPT eşkere kir encama vê têkoşînê ye. Bi çaakiyan erka wan bi bîra wan dixin û wan vedixwîne ku li gorî raporê bikevin tevgerê û gav bavêjin.

Em gel azadiya Rêber Apo dixwazin. Heta azadiya Rêber Apo ev gel wê di nava tevger û ser piya be. Em bi biryarin, heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevseroka Koonfederasyona Kiçberên Hejar Serpîl Aslan: tecrîda li Îmralî ji zexta îro li muxalifan tê kirin ne cuda ye. Cihê zilm lê hebe serhildan esas e. Em ê bibin yek, zêde bibin û azadiyê biqîrin. Azadî wê ser bikeve.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Ayten Kaplan: Em jin di her şertî de li ber xwe bidin û bêjin; ‘dem hatiye, dema azadiye’ cihê xwe di çalakiyê de digrin.

Ji Însiyatîfa Komîna Demokratîk ên Şoreşger a Ewropa (ADDKÎ) Aycan Gaye Serbset: Em azadiya Birêz Ocalan, azadiya hemû girtiyên siyasî dibînin. Azadiya gelê Kurd ji azadiya refa karker ne cuda ye. Bi têkoşîna yekbûyî em ê bigihêjin serketinê.

Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer: Ev 22 salin em li vir lê têrê nekir. Ji ber vê yekê em ê çalakiya xwe mezin bikin, mîna fedekariyên Rêber Apo fedekariyên mezin bikin ku Rêber Apo azad bibe.

Ji Koordînasyona Êzidî Carcûl Cemîl, parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan,li ser navê PYD Ewropa Xebat Şakir, Hevserokê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Merş (MER-DEF) Azîz Tûnç, siyasetmedara jin Şafak Arabaci, Serokê CÎK’ê Ahmed Hafiz Turhalli û ji PKAN’ê jî Omer Kuyûncûer axivîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Çalakiya rûniştinê wê bi komî bê kirin. Koma yekem 16’ê Cotmehê roja Înê wê dewam bike. Çalakî wê her roj saet 09:00 heta 17:00 dom bike.

Kesên di nava koma yekem de cih digire: Hevserokên KCDK-E Fatoş goksungur, Yuksek Koç, Hevseroka Berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan, Hevşaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay, ji Koordînayona Êzidî ya Ewropa Carcûr Cemal, Parlemetenterê Berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer, Nûnerê PYD, Ewropa Xebat Şakir, Nûnerê KCDK-E Başûr Hişyar Salih, Nûnerê SYKP Ewropa Tûncay Yilmaz, Nûnerê PJAK Ebrahîm Alîpoûr, Hevşaredarê berê yê Wêranşarê Hoşnav Ata, ji Însyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ) Aycana Gaye Serbest,  Hevserokê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Merş (MER-DEF) Azîz Tûnç, siyasetmedara jin Şafak Arabaci, Serokê CÎK’ê Ahmed Hafiz Turhalli, berdevka Jin a CÎK’ê Hatîce Tûrhali, nûnerê KOMAW Lokman Arsaln, li ser navê KNK’ê Alî Atûr, PKNK Omer Koûncûer, Hevseroka Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AveG-KON) Serpîl Aslan, FEDA Omer Çelîk.