Li Strasboûrgê roja 78’an: Tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 78’an de didome. Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 78’an de didome. Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen ji destpêka çalakiyê ve tendirustiya çalakgeran kontrol dike û derbarê kontrola 12’an a tendirustiyê daxuyanî da

SERÊŞ GELEKÎ ZÊDE BÛYE

Dr. Gulşen diyar kir ku êşa masûlkeyan û serêşa çalakgeran zêde bûye û got ku “Helandina masûlkeyan jî dest pê kiriye. Di heman demê de ketina tansiyonan jî bi çalakgeran çêbûye. Kêşeyên wekî bêhalî tevgerên çalakgeran asteng dike.”

HESASIYETA LI HEMBERÎ RONAHÎ, DENG Û BÊHNÊ ZÊDE BÛYE

Dr. Fahrettîn Gulşen bal kişand ser nexweşiyên norolojîk ên çalakgeran û diyar kir ku çalakger êdî li hemberî dengekî biçûk jî hesas bûne û got ku,”Dema bêhnek tê çalakgeran, mehdê wan li hev dikeve. Hinek çalakgeran êdî baş nabînin û êdî nikarin tiştekî bixwînin. Berê pirtûk dixwendin û nîqaş dikirin lê êdî nikarin wêya jî bikin.”

Dr. Gulşen diyar kir ku hefteya borî 8 kesên pispor ên ku Prof. Dr. Gerhardt Trabert jî di nav de, hatin kontrola tendirusitya çalakgeran û wan jî heman tişt diyar kirin.

Dr. Gulşen anî ziman ku çalakger Kerem Solhan, Yuksel Koç û Gulistan Îke rakiribûn nexweşxaneyê û rewşa wan wekî berê ye. Dr. Fahrettîn Gulşen bal kişand ser vî tiştî ku ji ber îltîhaba pergala urîner a Kerem Solhan, gurçik û dilê wî dikevin rîskê.

Dr. Gulşen diyar kir ku ji ber qelsbûna vîna bedenê ya çalakgeran, çalakger bi hêsanî dikarin enfeksiyonan werbigirin.

Dr. Fahrettîn Gulşen eşkere kir ku ji destpêka çalakiyê ve wan bang li Rêxistina Bijîşkên Sînornenas û Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanê kirine lê heta niha Rêxistina Bijîşkên Sînornenas hê jî bêdeng in. Dr. Gulşen vê helwesta saziyên eleqedar rexne kir.