Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 110’an de didome.
Dr. Fahrettîn Gulşen ku ji nêz ve rewşa tendurisitya 14 çalakgerên endamên Înîsyatîfa Azadiya Ocalan dişopîne hişyariya ku dibe mirin û seqetbûyîn çêbibe da.
PIRSGIRÊKÊN DIL Û HINAVÎ GIRAN BÛN
Dr. Gulşen têkildarî rewşa çalakgeran got: “Yek ji pirsgirêkên sîstematîk pirgirêka dil e. Di serî de jî kêmbûna tansiyon, bilindbûna nabiz û xirabûna rîtmên dil tê. Pirsgirêka din jî ser êşiye. Piştî ser êşê li pey hev dilê çalakgeran lihev dikeve û vereşan çêdibe.”
XWÎN JÊ ÇÛYÎN Û ÎLTIHAP TÊ DÎTİN
Dr. Fahrettîn Gulşen balkişand li ser pirsgirêkên di sîstema hezm û derkirinê ya çalakgeran û got xwîn jê çûyîn û îltihap çêdibe. Dr. Gulşen wiha domand: “Pirsgirêkên din jî pirsgirêka sîstema hezmê ye. Ev jî weke xwîn jê çûyîn û komkirina gazê xwe dide der. Ev jî me gelek ditirsîne. Bi taybet ên di rewşa ‘xwîn jê çûyînê’ de gelek metirsîdar e. Di çalakgeran de enfeksiyon û îltihap gelek belav bûye. Eger tedawiya van neyê kirin wê di çîgera spî de îltihab çêbibe û ev jî rîskek gelek cidî ye.”
ATAKSÎ ŞÊWEYÊ TEVGERKIRINA ÇALAKGERAN KÊM DIKE
Gulşen bi domdarî got:“Hinek pirsgirêkên sîstemîk jî norolojîk e û ev pirsgirêk çalakgerên greva birçîbûnê dixe zorê. Di serê pirsgirêkên norolojîk de jî ‘ataksî’ ya ku dengeya vicûda çalakgeran diyar dike tê. Ev bê dengeyî jî şêweyê tevgerkirina çalakgeran kêm dibe û çalakgeran girêdayî ranze (yatak) dike.
Êdî çalakger ji her şêweyê deng rehetsiz dibin. Hema bêje di her çalakgerê de çingîniya guh heye. Bihîstina çalakgeran jî her diçe kêm tir dibe.”
DI 24 SAETAN DE TENÊ DIKARIN 1-2 SAETAN RAKEVIN
Dr. Gulşen anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî sereke ya çalakvanan bandor dike bê xewî ye û got: “Hema bêje ev pirsgirêk li gel hemû çalakvanan bi awayekî ber bi çav li pêş e. Carnan di nava rojê de tenê dikarin 1-2 saetan rakevin. Di nava 24 saetan de hema bêje qet ranakevin jî hene.”
‘PIRSGIRÊKÊN RÊ LI BER MIRINÊ VEKIN XWE DIDIN PÊŞ’
Dr. Gulşen hişyariya ku ev hemû pirsgirêkên tenduristiyê dema em li ber çav bigirin gihiştiye asta rê li ber mirinê veke û wiha pêde çû: “Dema em van pirsgirêkan hemûyan bidin hev ji bo çalakvanan rê li ber xeteriyên mezin vedike. Her kêlî dibe tiştekî ne li bendê biqewime. Her kêlî dibe bi sekinîna dil, îltihabbûna kezeb an bêkêrbûna gurçîskan mirin pêk were.”
Herî dawî Dr. Gulşen anî ziman ku ji çalakvana 24 kêlê li xwe kêm kirine jî hene.
‘NEKEVIN NAVA TEVGERÊ DIBE ÇEND ÇALAKVAN JIYANA XWE JI DEST BIDIN’
Dr. Fahrettîn Gulşen ji nêz ve rewşa çalakvanên li deverên din ên welat dom dike jî dişopîne. Dr. Guleşe anî ziman her diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz ê li Hewlêr, Îmam Şîş ê li Galer û Yûsûf Îba ê li Kanada û 4 çalakvanên li Berlînê giran dibe. Her wiha Dr. Gulşen bibîr xist ku pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakvanên li Hollanda, Îtalya, Avûstûrya, Swîsre û Îngiltereyê jî bi metirsîdar in.
Dr. Gulşen hişyariya ku eger nekevin tevgerê dibe çend ji çalakakvan jiyana xwe ji dest bidin û seqet bibin.