BI DÎMEN

Li Strasbourgê dagirkerî hate protestokirin: Bersiva me berxwedana topyekûn e

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Strasbourgê hate protestokirin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Li dijî êrîşa topyekûn, bersiva me berxwedana topyekûn e.”

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI EWROPAYÊ ÇALAKÎ DIDOMIN

Êrîşên dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin. Li ser banga Komuna Jinan a Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, çalakî li ber Gara Navendî ya Strasbourg’ê hate lidarxistin. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, deqeyek rêz hate girtin. Ji Hevserokatiya Navendî ya Civaka Kurd a Demokratîk Sîdar Amed bi Kurdî û Endama Komuna Jinan a Zîn Helena Dersim bi Fransî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û qadên gerîla dayî destpêkirin, seferber bibin û li her derê çalakiyên protestoyî lidar bixin. Dewleta Tirk a qirker ev şer bi hêzên hevkar û dewletên herêmê re gihandiye qonaxeke nû. Ji bo vê yekê hemû derfet û hewldanên provokasyonê tên bikaranîn. Bi hevkariya PDK’ê êrîş tên meşandin û bi vî rengî azadî û deskeftiyên gelê Kurd tên hedefgirtin. Başûr û Şengal di bin gefeke cidî de ne. Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagir û îlhaq bike -mîna li Efrînê- qirkirinê pêk bîne.

PDK weke baskê dewleta Tirk dixebite û ji dagirkeriyê re zemînê amade dike û ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe seferber kiriye. Sewqiyata leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê hatî kirin, bi piştgiriya PDK’ê didome. PDK rêyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vedike û kontrol bi temamî ji artêşa Tirk re hiştiye. Dewleta Tirk bi berfirehkirina êrîşên dagirkeriyê, armanc dike ku îdareya li Başûrê Kurdistanê bi dest bixe.”

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate dayîn: “Em li her qadê bi berteka girseyî ya topyekûn, dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin. Em li dijî êrîşên topyekûn û xiyaneta hevkar, banga berxwedana topyekûn dikin. Bi vê wesîleyê em hemû çalakiyên dawiya hefteyê li Ewropayê tên plankirin, veguherînin çalakiyên girseyî û li dijî dewleta Tirk a qirker rabin ser piyan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Kurdistana azad” bi dawî bû.