Li St. Gallenê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Kurdistaniyan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li St. Gallenê bi meşaleyan meşiyan.
Kurdistaniyan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li St. Gallenê bi meşaleyan meşiyan.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê meşa meşaleyî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li Parka Leonhard hatin cem hev û bi pêxistina meşaleyan meşiyan.
Di meşê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin. Piştî meşê li ser navê girseya ku gihîşt Markgasse daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî hat xwendin.
Piştre siyasetmedar Mehmet Aslan axaftinek kir. Aslan bal kişand ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re tê xwestin ku îradeya gelê Kurd teslîm bigirin.
Aslan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêbertî dixwaze gelê Kurd tasfiye bike. Tecrîd jî parçeyekî vê ye. Dewletên Ewropayê jî alîgirê vî sûcî ne. Piştgiriyê didin komkujiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dimeşîne.”
Aslan diyar kir ku para dewleta Swîsreyê jî di van hemû bûyeran de heye û destnîşan kir ku ew ê ji Swîsreyê bibin dengê Îmraliyê û tu carî dest ji têkoşînê bernedin.
Piştî axaftina Aslan, çalakî bi banga tevlîbûna meşa di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd" ku 11'ê Mijdarê roja Şemiyê ya li Zurîhê bê lidarxistin, bi dawî bû.