Li Solothûrnê çalakiya ji bo desteka li Leyla Guven

Li bajarê Solothûrnê ya Swîsreyê ji bo destekea li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ev 58 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiyek hate kirin.

Li Solothûrnê ya Swîsreyê bi mebesta ku balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê ya  Leyla Guven, ku Guven ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grêvê de ye, çalakiyek hate kirin.

Bi şev Kurd û dostên wan li br stestyona navendî hatin cem hev û ''Leyla 58'' nivîsîn û belavok belav kirin.

Di çalakiyê de danezan hatin xwendin û ji bo desteka li grevên birçîbûnê bang hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Kurdistanî û dostên wan ên Swîsreyê sibe saet 14.00'an li Zûrîhê Burkliplatzê wê dest bi meşê bikin.