Li Sheffîeld û Leedsê dagirkerî hate protestokirin

Êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Sheffîeld û Leeds ên Îngîltereyê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajarê Sheffîeld hatin ba hev bi pêşengtiya meclîsa gel a Kurd dagirkeriya Tirk a li ser Kurdan protesto kirin. Di çalakiyê de li ser navê meclîsa şaredariyê, Dildarên Urban Hoûse nûnerên Meclîsa Gel a Kurd û Partiya Doncaster Keskan axaftin hatin kirin. Di axaftina li ser navê Doncaster Partiya Keskan Catherine Hornest hate kirin de hate gorin ku êrîşên Tirkiye yên li ser Kurdistanê her roja diçe zêdetir dibin. Hate diyarkirin ku divê dewleta Brtanya tavilê mudaxeleyî dewleta Tirk a endamê NATO û NY’yê ye bike û bike ku êrîş bidin rawestandin.

LEEDS

 Kurdistanî û dostên xwe li Leeds a Îngîltereyê jî hatin ba hev û çalakî kirin.  Di çalakiyê de dirûşmên ‘Boykot Tirkiye’, ‘Firotina çekan a ji bo Tirkiye bidin rawestandin’ û ‘Kujer Erdogan’ qîr kirin. Çalakî piştî axaftinan dawî bû.