Li ser Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê êrîşên hewayî

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî bir ser herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên xwecihî parve kir, êrîşeke giran a hewayî li ser herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê hate kirin.

Hate ragihandin ku armanc ji êrîşên dagirkeriyê yên li Amediyê gundên Sêgirê û Guherzê bûn.